Neteweyên Yekgirtî tekez li ser rola Serokayetiya herêma Kurdistanê dike

behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
کوردستان TV
100%

Nûnera Taybetî ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Plasschaert tekez li wê yekê dike ku Serok Nêçîrvan Barzanî dikarê û çavê wan lêye amadeyî û roleke ber bi çavtir li serkeftina guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021 de, her wiha li tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan da hebê.

Berî nîvroya îro yekşem 14.02.2021 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan û hewlên ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya 2021 ê Iraqê da hate guftûgokirin û her du alî tekez li ser çareserkirina wan ya li ser bingeha destûra Iraqê kir, her wiha rewşa siyasî û emnî û aboriya welat, pejika kovîd-19, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsiya serhildana terorê û kirdarên Da’îş û rewşa navçeyên wan bi giştî xistin ber behs û giftûgoyan.

Ji SHK hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.