Amerîka: Bila Tirkiye rêz ji serweriya Îraqê bigre

dibêje lazime rêz ji serweriya Îraqa fedral re were girtin.
کوردستان TV
100%

Derbarê operasiyona Garê de daxuyanî hatiye dayîn.

Wezareta derve ya Amerîkayê derbarê operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî gerîlayên pkk yaku beriya 3 rojan li çiyayê Garê destpê kiriye, daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya han, Amerîka ji operasiyonê hayedare û daxwazê ji Tirkiyeyê dike daku rêzê ji serweriya Îraqa fedral  re bigire.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku lazime her operasiyoneke leşker yaku li axa Îraqê tê lidarxistin, rêzê ji serweriya Îraqa fedral bigire.

Weke tê zanîn ev 3 roje li çiyayê Garê operasiyon heye pkk dibêje me zêdetir ji 30 leşkerên Tirk kuştine û Tirkiye jî dibêje me hijmareke zêde gerîlayên pkkê kuştine.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.