94 berketî jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 53 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 37 kese.
Herwiha di nava 24 seatên derbasbûyî de 94 berketiyên berê jî baş bûne û berketiyek jî canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin