Dibêje ewqas hêzên me li deverê hene ku bikaribin bersifa Îranê bidin.
Wezareta derve ya Amerîkayê duhê derbarê hebûna hêzên Amerîkî yên li deverê de daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku ewqas hêzên Amerîkî li deverê de ( Rojhilata Navîn) hene ku bikaribin di dema pêwîst de bilez bersifa gefên Îranê bidin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku eger Îran bibe xwedan çekên etomî vê demê kêşe û rewşa deverê hîn aloztir dibin.
Di daxuyaniya wezareta derve tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku hewlesta Amerîkayê zelale û Amerîka bi ti awayî naxwaza Îran bibe xwedan çekên etomî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin