Korona li Îraqê dîsa zêde dibe

tenê li taxeke Bexdayê zêdetir ji 450 kesan pêketine.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî dibêje hijmara pêketiyan zêde dibe.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî her diçe hijmara kesên ku li Îraqê bi Koronayê dikevin zêdetir dibe û dîsa Korona li Îraqê serî hildaye.

Wezaretê belav kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 2 hezar û 369 kesên din bi Koronayê ketine û 4 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezaretê ev yek eşkere kiriye ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li taxa Kerix ya li Bexdayê bûye ku 460 kesin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.