Daxwaz ji Serokê Amerîkayê tê kirin venegere ser rêkeftina etomî

dibêjin nabe rê bi Îranê were dayîn bibe xwedan çekên etomî.
کوردستان TV
100%

120 Senator jê re nameyeke nivîsandine.

Li gor çapemeniya Amerîkayê 120 Senatorên Amerîkî, nameyek ji Serokê Amerîkayê jeo Biden re nivîsandine û daxwaz ji kirine daku bi ti awayî venegere ser rêkeftina etomî yaku li gel Îranê hatiye îmzekirin jiber ku di rêkeftina han de gelek xalên lawaz hene û ev xalên han weke derfetin bo Îranê.

Ew 120 Senatorên Amerîkî ku piraniya wan Komarîne dibêjin ku ev rêkeftina han rê dide ku Îran bibe xwedan çekên etomî lewre nabe Amerîka vegere ser rêkeftina han û rê bide ku Îran bibe xwedan çekên etomî.

Weke tê zanîn di destpêka hefteyê de jî Serokkomarê Îranê gotibû ku eger Amerîka dev ji dorpêçên ser Îranê berde vê demê Îran jî dev ji zengîn kirina oraniyûmê berdide.

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.