Serok Barzanî li gel Mîrê Êzidiyan civiya

dibêje bila rê neyê dayîn ti kes û aliyek alozî bixe navbera Êzidiyan.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Êzidiyan bi giştî hate kirin.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn beg û endamên civata rûhanî ya Êzidiyan kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Êzidiyan û astengiyên heyî yên li berdem normal kirina jiyana Êzidiyan li devera Şingalê hate kirin.

Mire Êzidiyan û endamên civata rûhanî ya Êzidiyan jî spasiya Serok Barzanî kirin ku hertim li gel êş û azarên Êzidiyan bûye û daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku karînên xwe bi tevger bike bo ku Êzidî bikaribin bi aramî û asûdeyî vegerin ser malên xwe û dest bi jiyana xwe ya rojane bikin.

Herwiha daxwaz kirin daku hewl were dayîn daku astengiyên li berdem cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê nemînin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir ku hertim piştîvanê daxwazên reva yên xuşk û birayên Êzidî bûye, Kurdistan û hêzên pêşmerge jî pişt û penaha wan bûne.

Serok Barzanî da zanîn ku di şerê dijî DIŞIê de bo azad kirina Şingalê 500 pêşmerge şehîd bûne.

Serok Barzanî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kir û daxwaz ji Êzidiyan jî kir daku yek rêz û yek deng bin û rê neden ti kes û aliyekî ku alozî bixin navbera wan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.