Dîsa êrîşî ser çekdarên Îranî hate kirin

êrîş li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Êrîş li ser sînorê Îraqê pêk hatiye.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye, ku îro balefireke bêpîlot ya nenas êrîşî ser karwaneke hevkariyên leşkerî ya çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê kiriye.

Navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku êrîş li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de pêk hatiye û di encama êrîşa han de yaku li ser karwaneke cebelxane yaku bo çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê dihat şandin, karwan hatiye jinavbirin û herwiha teqîneke mezin jî li deverê çê bûye.

Êrîş li sînorê nêzî Ebûl Kemal ya di navbera sînorê Îraq û Sûriyeyê de pêk hatiye.

N: E. G

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.