Ev çend roje ti kesek canê xwe ji dest nedaye.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bigiştî 59 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin û 22 kese.
Herwiha di nava heman demê de 125 berketiyên berê jî baş bûne û ti kesek jî canê xwe ji dest nedaye.
Ew sê roje ku li Kurdistanê ti berketiyeke Koronayê canê xwe ji dest nedaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin