Serok Barzanî li gel balyozê Swêdê civiya

Swêd spasiya hêzên pêşmerge dike.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Swêdê yê li Bexdayê Lars Ronnås kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Lars Ronnås behsa rewşa giştî ya deverê, prosesa Îraqê, hilbijartinên pêş yên Îraqê kirin û balkêşandine ser gefên terorê li ser asayîşa cîhanê û balyozê Swêdê yê li Îraqê spasiya herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge kirk u di parastina cîhan û şerê dijî terorîstên DIŞIê de roleke serekî lîstine.

Têkiliyên navbera gelên Kurdistan û gelên Swêdê, rewşa diyasporaya Kurdî li Swêdê mijarên din yên civînê bûn û Serok Barzanî jî spasiya hikûmet û gelê Swêdê kir ku, di rojên dijwar de deriyên xwe bo Kurd vekirine.

Her du alî hêviya vê yekê xwestin ku hebûna hijmareke zêde ji welatiyên Kurd li Swêdê bandoreke baş li ser prosesa pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê de bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.