Bi çavdêriya Serokwezîr projeyeke din ya elektirîkê hate vekirin

5 miliyon uro têde hatiye mesrefkirin.
کوردستان TV
100%

Li Devera Dêrelokê hatiye vekirin.

Îro li devera Dêrelokê bi çavdêriya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeyeke din ya girîng di warê elektirîkê de hate vekirin.

Ev projeya han yaku bi projeya Mini-SCADA & VoIP tê nasîn ji aliyê hikûmeta Kurdistanê û ajansa JICA ya Japonî ve hatiye avakirin.

Ev projeye han girîngtirîn projeya kontrol kirina tevahiya data û hûrgiliyên elektirîkê ye û bi awayeke yeksan fêde dide tevahiya welatiyên Kurdistanê.

Mesrefên cîhbicîh kirina projeya han ji aliyê ajansa JICA ya Japonî ve hatine dabînkirin ku 5 miliyon uroye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.