Naveroka civîna civata wezîran

lazime lez bo cîhbicîh kirina tevahiya xalên proje qanûna reforman were kirin.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 10 Sibata 2021an bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr, me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê şanda danûstandinkar rewşa giftûgoyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî yên derbarê şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ên di çarçoveya proje bûdceya giştî ya federalî ya bo sala 2021an şîrove kir û anî ziman ku heta niha çend pêşniyar hatine pêşkêşkirin, lê hîn jî di nava projeya bûdceyê de nehatine bicîhkirin.

Cîgirê Serokwezîr herwiha behsa vê yekê kir ku, tevahiya hûrgilî û datayên taybet bi dahat û xerciyan bi awayeke şefaf di dema diyalogê de li gel aliyên siyasî yên Îraqê de bi taybetî komîteya darayî ya parlementoya Îraqê  hatine pêşkêşkirin û amadebûna herêma Kurditanê  jî bo rêkeftinek li ser esasê destûr û zagonên berkar diyar kiriye û diyalog jî berdewam dibin heta digehêjin bi rêkeftineke goncaw.

Di berdewamiya civînê de wezîrê pilandanînê behsa amadekarî û pêngavên amade kirina proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an yaku qonaxên baş jî derbas kiriye û di pêşerojê de tê pêşkêşkirin, kir.

Di rojeva duyem ya civînê de Serokê fermangeha hemahengî û venêrînê û Sekreterê komîteya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman, raportek derbarê astê cîhbicîh kirina biryarê taybet bi ( qanûna reforman di mûçe, dermale, bexşîn anjî lêxweşbûn, îmtiyazat û teqawîdî) pêşkêş kir. Pişt re têbînî û pêşniyar hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime lez were kirin û tevahiya xalên proje qanûna reforman werin cîhbicîhkirin bo dabîn kirina dadmendî û berejwendiyên giştî.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.