Serokwezîr: Lazime jin bo xwe biryar li ser jiyana xwe bidin

dibêje her kes li hember qanûnê yeksane.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana birêveberatiya nehêştina tundûtîjiya dijî jinan û tundûtîjiya malbetê kir û pişt re jî li ser hesabê xwe li ser vê serdana wisa nivîsand;

Îro çarşem 10 Sibata 2021an me serdana birêveberatiya rûbirû bûna tundûtîjiya dijî jinan û xêzan (malbet) ya li Hewlêrê kir û serî li beşên birêveberatiya han da bi taybetî hêla (xeta)gerim ya hijmara 119an ku yek ji beşên girîng û çalakiyên navenda şêwirmendiya malbetî û armanca vê jî hevkarî û alîkarî kirina qurbaniyên tundûtîjiyê ye bêyî beramber û bi awayekî 24 seatî bersifa tevahiya peyvendiyan dide û şîretên qanûnî û piskolojîkî pêşkêş dike.

Rixmî ku me destxweşî li karmendên birêveberatiya han kir ku pîwerdariyeke pîroz bicîh tîne, me hevdem balkêşande ser vê yekê ku hikûmeta herêma Kurdistanê dijî her cure tundûtîjiye û berdewam kar li ser nehêlana tevahiya cureyên tundûtîjiyê dike.

Me herwiha got: Her welatiyek li hember qanûnê yeksane û lazime jin azadane jiyan bikin û biryar li ser jiyana xwe bidin û mafên wan jî parastî bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.