69 kesên din bi Koronayê ketin

113 kes jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Ti kesek canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 69 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 34 kese.

Herwiha hate zanîn ku di nava heman demê de 113 berketî baş bûne û ti kesek jî jiber Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 106 hezar û 606 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 492 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.