Cemîl Tûran Bazidî wek 'Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê' hat hilbijartin

beriya niha jî xelata UNESCO wergirtibû.
کوردستان TV
100%

Nivîskar û rewşenbîrê kurd Cemîl Tûran Bazidî, dezgeha navdewletî ya mafên mirovan a bi navê “Foruma Edebiyata Cîhanî bo Aştî û Mafên Mirovan” wek “Sefîrê Aştîyê yê Kurdistanê” hat hilbijartin.

Dezgeha mafên mirovan a navborî li ser şîreta nivîskara Yûnanî Eva Petropoylu Lianoy, Cemîl Tûran Bazidî wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hilbijart û sertîfîka dayê.

Cemîl Tûran Bazidî li ser wergirtina xelata Sefîrê Aştiyê got, wî ji ber xebatên xwe yên di warê aştî û mafên mirovan de ew nasnav wergirtiye û destnîşan kir, gelê kurd tîyê aştî û azadiyê ye, ji ber wê jî ew hêvîdar e bikaribe, biçûk be jî rola xwe di dabînkirina aştiyê de li Kurdistanê bilîze.

Nivîskarê Kurd Cemîl Tûran Bazidî, sala 2018an jî ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” xelata taybet ya UNESCOyê wergirtibû.

Cemîl Tûran Bazidî, xelkê bajarê Bazidê yê Bakûrê Kurdistanê ye û niha li Yûnanistanê jiyana xwe berdewam dike.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.