Senatorên Amerîkî: Erdogan bê şermane êrişî kurdan dike

daxwaz ji Biden dikin zext li Erdogan bike.
کوردستان TV
100%

49 senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Serok Joe Biden, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan şermezar kirin û daxwaz jê kirin ku fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.
49 senatonên Amerîkî, nameyek arasteyî Serok Amerîka Joe Biden kirin. Di nameyê de hatiye gotin: “Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan welatê xwe xistiye ser riya tekrewiya desthilatdariyê, bi awayekî sîstematîk opozîsyonê serkut dike, rojnamevanan bêdeng dike û dadwerên serbixwe bi dadwerên alîgirên xwe diguhêre.”
Di beşeke din a nameyê de ku taybet e bi siyaseta derve ya Tirkiyê, tê de tê gotin: "Di van salên dawî de Serokomar Erdogan bê şermiyane êrîşî kurdên ku hevkarên Amerîkayê ne û li Sûriyeyê li dijî DIŞI'ê şer dikin kiriye."
Di dawiya ji Biden re hatiye şandin de hatiye: “Tirkiye li navçeyê hevpeymaneke girîng e, ji ber wê me ev name nivîsiye. Pêwîst e Amerîka kar bike ji bo standerdeke bilind a hevpeymanên wê hebe. Herwiha divê Amerîka bi aşkere derbarê mafên mirovan û kêmbûna demokrasiyê de bi wan re biaxive. Daxwaz ji we dikin, ji Serok Erdogan û hikûmeta wî re tekez bikin ku divê di zûtirîn dem de dawî li hilmeta serkutkirinê ya li navxwe û li derveyî welat bîne.”
Tirkiye di Mijdara 2019an de, tenê 3 rojan ji piştî fermana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dest bi operasyoneke leşkerî kir û êrîşî ser herêmên Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê kir.
Ji basnewsê hatiye wergirtin.
N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.