Çekdarên Seraya Selam li hin bajarên Îraqê hatine belavkirin

heta niha hikûmet ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Berpirsê wan jî dibêje ev yek bo parastina karîzmaya dewletê ye.

Ev çend roje çekdarên koma Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir li hin bajarên Îraqê hatine belavkirin.

Belav kirina wan çekdaran bûye sedema dilgiraniyê li Îraqê û heta niha hikûmeta Îraqê jî li ser mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

Rixmî bêdengiya hikûmeta Îraqê, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir dibêje belav kirina çekdarên Seraya Selam ne li dijî hikûmet û dewletê ye, belku pêngaveke ku bi hemahengî û hayedariya dewletê hatiye avêtin û armanc ji pêngava han parastina karîzmaya nemayî ya dewleta Îraqê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.