Mesrûr Barzanî: Lazime proje bûdce li gor destûrê û şefaf be

dibêje prosesa reforman jî berdewame.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime şayisteyên tevahiya pêkhateyan hatibin dabînkirin.

Îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di preskonferansekê de behsa hin mijaran kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka preskonferansê de behsa diyaloga navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta federalî ya bo çareser kirina kêşeyan û lihev kirin derbarê bûdceya federalî û para Kurdistanê kir û ragihand ku Kurdistan hertim amade bûye û amadeye ku bi diyalogê û di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de kêşeyên heyî çareser bike û bo vê yekê jî çi ji destê Kurdistanê hatiye kiriye.

Mesrûr Barzanî derbarê proje bûdceya federalî de jî diyar kir ku ji Bexdayê re gotine ku lazime proje bûdceya federalî projeyek be şefaf û bo tevahiya xelkê Îraqê û xelkê Kurdistanê be û lazime şefaf û li gor destûrê be û têde şayisteyên darayî yên tevahiya alî û pêkhateyan hatibûn gerentîkirin.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku kêşeya Kurdistanê li gel hikûmeta federalî ne tenê kêşeya bûdceyê ye, belku kêşeyên din jî yên weke mesrefên hêzên pêşmerge, xerciyên serekî, mijara teqawîdî û herwiha kêşeya deverên Kurdistanê yên derveya îdareya Kurdistanê ye jî.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku Kurdistan amadeye li gel hikûmeta federalî bigehêje rêkeftinê li daxwazên hikûmeta federalî ne daxwazên reva û destûrî ne û em jî bi ti awayî rê nadin mafên Kurdistanê werin binpêkirin.

Serokwezîr di beşeke din ji preskonferansa han de behsa prosesa reforman li Kurdistanê kir û ragihand ku ev prosesa han berdewame û bi yek şev û yek roj reform nayê kirin û hikûmet li ser bernameya xwe ya reforman di her warî de bi taybetî di warê darayî, îdarî, dahat, xerciyan, deriyên sînorî û tevahiya warên din de berdewame û prosesa reforman bi ti awayî nayê rawestandin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.