Li bazgeha Taslûceyê pevçûn çê bû

12 kes i her du aliyan birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Endamekî asayîşê canê xwe ji dest daye.

Îro li bazgeha asayîşê ya Taslûceyê ya ser bi Silêmanî, pevçûn di navbera hêzên asayîşê yên li bazgehê û çend endamên hêza komando ya naskirî bi hêza altûnî, çê bû.

Li gor zaniyariyên berdest di encama pevçûna han de yaku jiber daxwaza nasnameyan ji endamên hêza altûnî hatiye kirin, derketiye, çend endamên asayîşê li gel çend endamên hêza han birîndar bûne û endamekî asayîşa bazgehê jî canê xwe ji dest daye.

Hin jêder behsa vê yekê dikin ku her çend pevçûn bi dawî hatiye lê ji her du aliyan bi giştî 12 kes birîndarin û birîna hinek ji birîndaran jî girane.

Bazgeha Taslûceyê mezintirîn bazgeha ser rêya Silêmaniye ku dikeve 15 km başûrê rojavayê bajarê Silêmanî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.