Dibêjin ev serdana han xewina me ya dîrokiye.
Piştî ku hate zanîn ku di meha Adara îsal de vê Papayê Vatîkanê ku rêberê olî û rûhanî yê mesîhiyên cîhanê ye serdana Kurdistanê dike, mesîhiyên Kurdistanê jî ketine nava kelecaneke bêhempa.
Mesîhiyên Kurdistanê dibijên hatina Papa bo Kurdistanê vê bibe sedema zindî kirin û bihêztir kirina morala mesîhiyên deverê bi taybetî yên Başûrê Îraqê ku jiber şer, gef û metirsiyên terorê berê xwe dane Kurdistanê.
Oldar, Kasibkar, Bazirgan, Rojnameger û Siyasetmedarên mesîhî derbarê serdana Papayê de bo Kurdistanê dibijên ev gelek bi serdana han kêfxweşin û ev serdana han bi cîh anîna xewneke dîroke ya wane.
Mesîhiyên Kurdistanê dibêjin emê di civîn û hevdîtinên xwe yên li gel Papayê de daxwaz ji bikin daku duayan bo tevahiya mirovatî û aramiya cîhanê bike.
Biryare Papa di 8ê Adarê de serdana Kurdistanê bike û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve were pêşwazîkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin