Îsraîl: Me pilaneke terorîstî ya Îranê pûç kir

li Girên Golanê xwestiye şer derbixe.
کوردستان TV
100%

Xwestiye li deverê de şerek çê bike.

Rojnameya Îsraîl Alium ya Îsraîlî li ser zarê hêzên ewlekarî yên Îsraîlê belav kiriye ku Îsraîl kariye pilaneke terorîstî ya Îranê li navçeyeke nêzî Îsraîlê pûç bikin.

Li gor rojnameya han beriya çend mehan spaha pasdaran ya Îranê pilan kiribû daku li navçeyeke nêzî Îsraîlê pilaneke terorîstî cîhbicîh bike daku jiber cîhbicîh kirina pilana han Îsraîl bikeve nava şereke mezin, lê hêzên îstîxabaratî û herwiha artêşa Îsraîlê karîne ev pilana han ya Îranê pûç bikin.

Rojnameya han diyar kiriye ku Îran xwestibû li girên Golanê şerek çê bike lê serkeftî nebû.

Weke tê zanîn ev çend care ku Îsraîl bi eşkere dibêje ku rê nade Îran li Sûriyeyê bibe xwedan hêz û pêgeh û her roj balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser komên çekdar yên Îranê yên li Sûriyeyê dike.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.