Xwepîşanderek li Wasêtê hate kuştin

çend Xwepîşander jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev xwepîşandan hatibû kirin.

Duhê bi şev li navenda parêzgeha Wasêtê ya li Îraqê xwepîşandaneke berfire li dijî Parêzgarê Wasêtê hate lidarxistin.

Di xwepîşandana han de yaku li bajarê Kût hatiye lidarxistin, pevçûn di navbera welatiyên xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmiye.

Di encama pevçûnan de çend welatiyên xwepîşander hatine birîndarkirin û Xwepîşanderek jî hatiye kuştin.

Beriya niha şêniyên parêzgeha Wasêtê hin daxwaz pêşkêşî Parêzar kiribûn lê dema diyarkirî bi dawî hatiye û Parêzgar jî daxwazên han bicîh neaniye lewre duhê şênî dest bi xwepîşandanê kirine û daxwaza dev ji kar berdana Parêzgar û civata parêzgehê kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.