Pentagon: Rola pêşmerge gelek girînge

dibêje hevkariya me li gel pêşmerge berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Pentagon dibêje rola pêşmerge û HSDê li deverê de gelek girînge.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê dibêje di şerê dijî DIŞIê de hêzên pêşmerge roleke gelek girîng lîstin û rola wan ya girîng hîn jî berdewame.

Peyvdara Pentagonê  Jessica L. McNulty di preskonferansekê de gelek bi girîngî behsa hêzên pêşmerge û hêzên HSDê kir û anî ziman ku ev her du hêzên han di şerê dijî terorê de hevbeş û hevpeymanên girîng yên hevpeymaniya cîhanî li deverê de bûne.

Jessica L. McNulty diyar kir ku rola pêşmerge di têk birina DIŞIê li Îraqê de gelek girîng û serekiye û emê li gel hêzên pêşmergeyên hevpeymanên xwe berdewam bin li ser şerê dijî terorê.

Nav hatî herwiha gotiye li Sûriyeyê jî HSD hevpeymanê me yê serekî bûye, hevpeymaniya me li gel HSDê jî berdewam dibe û emê li Sûriyeyê jî li gel HSDê karên xwe yên hevbeş bidomînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.