Blinken: Girên Golanê bo ewlekariya Îsraîlê pir girîng in

di dema trump de ev gir weke axa Îsraîlê hatibûn nasandin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji kanala CNN’ê re diyar kir ku Girên Golanê bo Îsraîlê girîng in.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2019’an de dîyar kiribû ku ew Girên Golanê wek axa Îsraîlê nas dikin û sîyaseta Amerîka ya li derve guherandibû.

Blinken got: Li gor bawerîya min kontrolkirina Golanê bo ewlekariya Îsraîlê pir girîng e. Kêşeya qanûnî mijareke din e. Ger bi demê re rewişa li Sûrîyê biguhere, emê jinûve li wê binêrin, lê em niha ji tiştekî wisa dûr in.’’

Blinken diyar kir ku rêvebirîya Serokê Sûriyê Beşar Esad û mîlîsên bi piştgiriya Îranê dijî ewlekariya Îsraîlê gefan çêdikin.

Şêwirmendên Biden di demên borî de gotibûn ku ewê biryara ser naskirina Golanê wek axa Îsraîlê, neguherînin.

Blinken da zanîn ku ewê balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê bimîne ku rêvbiriya Trump ew bajar wek paytexta Îsraîlê nas kiribû.

Serokê Amerîka Joe Biden ji destpêka Seroktiya xwe ve hîn bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re neaxifiye.

Trump û Serokê berî wî Barack Obama di rojên pêşî yên Seroktiya xwe de bi Netanyahu re peyivîbûn.

Blinken, li ser pirsa derbarê neaxifîna Biden û Netanyahu da zanîn ku ewê di demeke nêz de fersenda axifînê bi dest xin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.