24 terorîstên din yên DIŞIê hatin girtin

beşek ji wan li Felûceyê çekdar bûne.
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Enbarê hatine girtin.

Wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên dijî terorîstên DIŞIê de, hêzên ewlekarî yên Îraqê li parêzgeha Enbarê operasiyonek lidar xistine.

Di operasiyona han de 24 terorîstên din yên DIŞIê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.

Wezaretê diyar kiriye ku ev terorîstên han li Enbar û Felûceyê di nava rêzên DIŞIê de çekdar bûne û piştî wergirtina îfadeyên wan yên destpêkê vê bo darizandinê ji dadgehê re werin şandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.