Li Tehranê ciwanekî Kurd hate qetil kirin

duhê cenazeya wî hatiye veşartin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên ewlekarî ve bi eşkence kirinê hatiye kuştin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku ciwanekî Kurd ku şêniyê bajarê Dîwandere ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye girtin.

Ciwanê Kurd ku navê wî Mêhirdad Talişiye, di girtîgeha hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê de, bi dijwarî çend rojan hatiye eşkencekirin û di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Malbeta Talişî diyar kiriye ku korê wan li îdareyeke ser bi îtlaatê yaku Îranî jê re agahî dibijin hatiye eşkencekirin û şev eşkence lêhatiye kirin û heman şev li vê navendê canê xwe ji dest daye.

Pişt re jî hêzên ewlekarî yên rejîmê cenazeyê wî dane malbeta wî û duhê di bin tedbîrên tund yên ewlekarî de li Dîwandereyê cenazeya wî hatiye veşartin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.