Biryare di meha Adarê de serdana Kurdistanê bike.
Serokê Isaqifeya Keldanî Metran Beşar Werte derbarê serdana Papaya Vatîkanê yaku biryare di meha Adarê de bo Kurdistanê pêk were, ji Kurdistantv re axefî.
Serokê Îsaqifeya Keladanî Metran Beşar Werte diyar kir ku, ev serdana han serdaneke dîrokiye û vê yekê îsbat dike ku di demên derbasbûyî de xelk û hikûmeta Kurdistanê di ware bihevre jiyanê de xwedan çand û helwesteke gelek baş û înasnî bûne.
Werte diyar kiriye ku yek ji armancên serdana Papa handana welatiyên mesîhiye bo mayîna wan li welat û warên xwe û beşdarî kirina wan di prosesên siyasî, îdarî û avedan kirina welatên xwe deye.
Weke tê zanîn biryare di destpêka Adara îsal de Papa serdana Kurdistan û Îraqê bike û li gel aliyên mesîhî bicive.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin