Rejîma Îranê li xwe mokir hat

destê spahê di bûyerê de hebûye.
کوردستان TV
100%

Dibêje destê rayedarekî spaha pasdaran di kuştina zanayê etomî de hebûye.

Wezîrê îtlaata Îranê Mehmûd Elewî di dema beşdarî kirina xwe di bernameyeke telefizyonî ya fermî a rejîmê de behsa kuştina zanayê etomî yê Îranê Muhsên Fexrîzade kiriye.

Elewî eşkere kiriye ku destê rayedarekî mezin yê spaha pasdaran ya Îranê di kuştina Fexrîzade de hebûye.

Nav hatî diyar kiriye ku ev rayedarê spahê, di ware locistîkî de tevahiya pêdiviyên locistîkî bo wan kesên ku êrîş pêk anîne dabîn kiriye.

Weke tê zanîn beriya du mehan ev psporê etomî yê Îranê di êrîşekê de li nêzî Tehranê hatibû kuştin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.