Komîteya bilind ya cîhbicîh kirina reforman civiya

vê çend xal pêşkêşî civata wezîran werin kirin.
کۆبوونەوە
کوردستان TV
100%

Civîn bi Serokatiya Serokwezîr hate lidarxistin.

Îro duşem komîteya bilind ya cîhbicîh kirina reforman bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 8/2/2021an me gerînendetiya civîna komîteya bilind ya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêngavên cîhbicîh kirina qanûna reforman, dermale, bexşîn, îmtiyazatan û teqawîdî) di nava wezaret û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê de hate kirin.

Me behsa vê yekê kir armanc ji reforman dabîn kirina dadmendî û parastina mafê xelkên şayisteye û tekez li ser vê yekê hate kirin ku prosesa reforman berdewame û tevahiya sektoran vedigire û hikûmeta herêma Kurdistanê jî li ser domandina reformên darayî, îdarî û nehêştina gendeliyê û biheder dana samanên giştî bi îsrare.

Di berdewamiya civ'n; de komîteya bilind ya cîhbicîh kirina reforman behsa pêngavên ku heta niha bo cîhbicîh kirina qanûna reforman hatine avêtin, kir, pişt re wezîrên têkildar li gor taybetmendiyan, raportên xwe yên derbarê çawetiya pêşweçûnên cîhbicîh kirina proje qanûna reforman, bi data û hûrgiliyên pêwîst pêşkêş kirin ku taybet bûn bi babetên têkildar bi mûçe, îmtiyazat, teqawîdî, rêkxistina hêzên pêşmerge û nehêştina rûtîniyatê di nava fermangeh û dezgehên hikûmetê de.

Piştî giftûgo û lihev veguhastina ramanan, biryar hate dayîn daku hijmarek xal bi mebesta temam kirina pêngavên taybet bi reforman pêşkêşî civîna civata wezîran werin kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.