Li Xoy bazirganekî kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

çekdarên rejîmê berdewamin li ser kuştina welatiyên Kurd.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî kurd ji aliyê hêzên polîs yên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî bajarê Xoy û li ser rêya Selmas-Xoy, otomobîla bazirganekî kurd, bi behaneya ku barên qaçax bar kiriye, dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, ew bazirganê kurd di wê êrişê de hat kuştin.
Navê wî bazirganê kurd Bêhzad Haşimî (37 salî) û bavê zarokan û xelkê bajarê Selmasê bûye.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.