Şandeke Îraqê serdana Kurdistanê dike

şand êwara îro serdana Hewlêrê dike.
کوردستان TV
100%

Ev şanda han şandeke leşkeriye.

Jiber zêdebûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li hin deverên Îraqê, bi tabetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, artêşa Îraqê jî dest bi tevgerên xwe kiriye.

Artêşa Îraqê ku nikare ewlekariya wan deveran biparêze û pêşiya êrîşên terorîstên DIŞIê bigire, niha dîsa hawara xwe bo hêzên pêşmerge aniye.

Li gor zaniyariyên berdest, biryare îro şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên wezareta pêşmerge bicive û di civînan de giftûgo li ser hemahengî û hevbeşiya navbera hêzên pêşmerge û Îraqê were kirin ku ev demeke pêşmerge daxwaza vê yekê dike lê artêşa Îraqê cidî nebû.

Weke tê zanîn ev demêke ku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û hin navçeyên din yên Îraqê liv û tevgerên terorîstên DIŞIê gelek zêde bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.