Omîd Xweşnav bû parêzgarê Hewlêrê

bû 44mîn parêzgarê Hewlêrê.
کوردستان TV
100%

Civata parêzgehê îro dengdan li ser kir.

Îro duşem civata parêzgeha Hewlêrê dengdan li ser Berbijêrê partiya demokrata Kurdistanê bo postê parêzgariya Hewlêrê, civiya.

Di civînê de ku 23 endamên civata parêzgehê têde beşdar bûn, dengdan li ser diyar kirina Omîd Xweşnav weke parêzgar hate kirin û di encam de nav hatî bi dengê 18 endamên civatê bû 44mîn Parêzgarê Hewlêrê.

Omîd Xweşnav di meha Sibata 1977an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedan dîplome di warê ragihandinê de û demeke dirêj jî karê Rojnamegeriyê kiriye.

Beriya ku weke Parêzgarê Hewlêrê were diyarkirin, Serokê firakisyona PDKê bû li Parlmentoyê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.