Gelek cadeyên nû hatine çêkirin.
Wezareta avedan kirin û vejandinê ya hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku kabîne 9an ya hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser cîhbicîh kirina projeyên curbicur bi taybetî projeyên xizmetgozariyê.
Li gor daxuyaniya wezaretê, heta niha kabîneya 9an bi giştî 9 miliyon metre duca cadeyên Kurdistanê qîr kiriye û di vê çarçoveyê de bi giştî 49 proje hatine cîhbicîhkirin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di dawiya sala 2020an de bi giştî bi qasî 35 miliyar dînar bo cîhbicîh kirina projeyên curbicur li Silêmanî, Helebce, Gerimiyan û devera Raperînê hatiye dabînkirin û niha kar kirin li ser wan projeyan jî berdewame.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin