Têkiliyên îdareya nû ya Amerîkayê li gel Kurdistanê başin

dibêje hewl dide daku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Biden xwedan dostatiyeke bihêze li gel Serok Barzanî.

Berpirsê têkiliyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Soweyilî ragihand ku vê di serdema îdareya nû ya Amerîkayê de ya bi Serokatiya Jeo Biden, vê têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê gelek baş û bihêz bibin.

Huşiyar Soweyilî diyar kiriye ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden xwedan têkilî û dostatiyeke bihêze li gel Kurdistan bi taybetî li gel Serok Barzanî û ev yekê jî bandoreke gelek baş li ser têkiliyên navbera Kurdistan û îdareya nû ya Amerîkayê de dibe.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku Amerîka bi berdewamî hewl dide daku Hewlêr û Bexdayê kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.