Serokwezîr pêşwaziya Nadiye Murad kir

dibêje bo azad kirina Şingalê bi sedan pêşmerge canê xwe feda kirine.
کوردستان TV
100%

Nadiye Murad çalakvana Êzidî û rizgar bûya destê DIŞIê ye.

Îro yekşem li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya çalakvana Êzidî, hilgira xelata aştî ya Nobelê û rizgarbûya destê DIŞIê Nadiye Murad kir.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku hikûmeta Kurdistanê bo xizmet kirina Êzidiyan û kêm kirina êş û janên wan tevahiya karînên xwe bitevger kiriye û hewl dide jiyaneke şayiste bo wan dabîn bike û awareyên Şingalê jî bi serfirazî vegerin ser cîhên xwe.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku Êzidî pêkhateyeke resen ya gelê Kurdistanê ne û Kurdistan hertim piştîvanî ji daxwaz û famên wan yên reva kiriye û berdewam dibe li ser vê yekê û got: Bo rizgar kirin û azad kirina Şingalê jî bi sedan pêşmerge canê xwe feda kirin lewre lazime rewşa Şingalê were normalkirin û aramî jî vegere deverê.

Di civînê de Nadiye Murad jî tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime hewldanên heyî yên bo Êzidiyên revandî di destê DIŞIê de berdewam bin û gotiye: Lazime rêkeftina Şingalê jî were cîhbicîhkirin daku aramî vegere Şingalê û ewlekariya deverê jî were parastin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.