Nêçîrvan Barzanî li gel Dr, Azad Necar civiya

piştîvaniya herêma Kurdistanê jê re diyar kir.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê piştîvaniya xwe bo Dr Azad diyar kir.

Îro yekşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûjdarê dahêner yê Kurd Dr, Aazad Necar kir ku kariye dilek bi serkeftî çê bike.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de pîrozbayî û destxweşî li li Dr, Necar kir û dahênana han jî bi xizmeteke mezin bo mirovatî û pêşeroja nûjdariyê bilêv kir û diyar kir ku ev dahênana han dikare jiyana hezaran kesan rizgar bike.

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe û hikûmeta Kurdistanê bo tevahiya proje û dahênanên nû yên Dr, Necar diyar kir û got: Dahênanên Kurdistanî li her devereke cîhanê hebin, cîhê şanaziya me ne û tu jî cîhê serfiraziya me yî.

Di berdewamiya civînê de Dr Necar jî spasiya Serokê herêma Kurdistanê kir û hêviya vê yekê xwest ku dahênana wî bikarêbe xizmeta mirovatiyê bike û di pêşerojê de jî dahênanê din yên nû bike.

Dr Aazad Necar xelkê Zaxoye, temena wî 53 sale, kariye piştî 20 salan kar kirinê dilek bi awayeke serkeftî çê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.