Serokwezîr li gel Nûjdarê dahêner yê Kurd civiya

dilek çê kiriye ku gelek zixmeta nûjdariyê dike.
کوردستان TV
100%

Nûjdarê han xwedan çend dahênanên girîng yên nûjdariyê ye.

Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûjdarê dahêner yê Kurd yê nîştecîhê Swêdê Dr. Aazad Necar kir.

Di civînê de Serokwezîr spasî û destxweşî li Dr, Necar kir û dahênanên wî jî bi girîng û steratejîkî wesif kir.

Serokwezîrê got: Cîhê serfirasiyê ye ku Nûjdarekî Kurd bikarê be bi rêya dahênanên xwe li ser asta cîhanê destkeftên girîng bidest bîne.

Mesrûr Barzanî piştîvaniya hikûmeta Kurdistanê bo hewldanên Necar diyar kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Azad Necar jî spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û ragihand ku amadeye bi her awayî xizmeta Kurdistanê bike.

Dr. Azad Necar yekem Nûjdare ku kariye qelib anjî dilek bi destê xwe çê bike û wisa jî navê xwe di dîroka nûjdariya dahêner ya cîhanê de tomar bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.