Talebanî: Silêmanî ne xwedan petrola pêwîste

dibêje Bexda nikare pereya parêzgehên Kurdistanê bide.
کوردستان TV
100%

Dibêje petrola Silêmanî têra xerciyan nake.

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Silêmanî ne xwedan petrola pêwîste ku bikarêbe xercî û mesrefên parêzgehê dabîn bike.

Qubad Talebanî diyar kiriye ku petrola Silêmanî tenê jî sedî 11 petrola Kurdistanê pêk tîne, ev yek jî têra dabîn kirina xerciyên parêzgeha Silêmanî nake jiber ku Silêmanî mehane pêdiviya xwe bi 400 miliyon dolar heye.

Derbarê pirsa nizîkatî danûstandinên raste rast yên parêzgehekê li gel Bexdayê Talebanî eşkere kiriye ku gole hikûmeta federalî amadeye her meh raste rast bûdce û mûçeya pêwîst ya parêzgehekê weke parêzgeha Silêmanî dabîn bike?

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku Silêmanî her meh pêdiviya xwe bi 400 miliyon dolar heye gelo hikûmeta Bexdayê amadeye pereyên han dabîn bike?

Talebanî tekez li ser vê yekê kiriye ku Kurdistanê bo 50 salan petrol nefirotiye û rêkeftina navbera Kurdistan û Tirkiyeyê jî tenê bo şandina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.