Li Îraqê 300 hezar kes du mûçeyan werdigirin

dibêje ji sedî 10 karmendan bi awayeke derqanûnî xwedan du mûçene.
کوردستان TV
100%

Tevahiya wan jî karmendên hikûmetê ne.

Wezareta pilan danînê ya Îraqê diyar kiriye ku li Îraqê zêdetir ji 300 hezar fermanberên fermî yên hikûmetê bi awayeke derqanûnî du mûçeyan ji hikûmetê werdigirin.

Li ser mijarê Peyvdarê wezareta pilandanînê ya Îraqê Ebdulzehre Hêndawî diyar kiriye ku wezareta wan di çarçoveya bernameya hikûmetê de bo nehêlana gendeliyê pêngavên xwe didomîne û berdewame li ser ava kirina pergala bankî ya karmend û fermanberên hikûmetê daku, bi rêya vê pergala han pêşî ji wan kesan bigirin ku bi awayeke derqanûnî du mûçeyan werdigirin.

Nav hatî diyar kiriye ku niha li Îraqê jî sedî 10 fermanber û karmendên hikûmetê bi awayeke derqanûnî du mûçeyan werdigirin û bi sêya pergala bankî ya karmendan yaku di meha Hezranê de dikeve meriyetê, ev du mûçeyiya han namîne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.