Parêzgarê Mûsilê daxwaza cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê dike

dibêje lazime bilez rêkeftin were cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin.

Di dawiya sala derbasbûyî di çarçoveya lihev kirina navbera Hewlêr û Bexdayê de, her du aliyan rêkeftinek bo normal kirina rewşa Şingalê îmze kirin, lê heta niha ev rêkeftin weke ku tê xwestin ji aliyê hikûmeta federalî ve nehatiye cîhbicîhkirin.

Di vê çarçoveyê de îro Parêzgarê Mûsilê Nicim Cibûrî daxwaz ji hikûmeta Kurdistan û hikûmeta federalî kir daku lezê bikin û di demeke kurt de rêkeftina Şingalê weke ku hatiye îmzekirin, cîhbicîh bikin.

Cibûrî herwiha daxwaz ji hikûmeta federalî kiriye daku pêngavên pêwîst yên bo dabîn kirina xizmetgozar û ewlekariya deverê bavêje daku şêniyên deverê jî vegerin ser malên xwe û got: Lazime hikûmet û aliyên têkildar hewlên xwe yên bo azad kirina kesên ku hîn jî nehatine azadkirin bitevger bikin.

Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de daxwaza çareser kirina kêşeyên îdarî yên Şingalê jî kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.