Nêçîrvan Barzanî: Em dê li ser hewlên rizgarkirina tevahiya revandiyan Êzidî berdewam bin

îro li gundê Koço hatin veşartin.
کوردستان TV
100%

Li gundê Koço îro termên 104 Kurdên Êzidî ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn, komkujkirin, bi axê hatin spartin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyamek pêşkêş kir û têde tekez kir ku ew dê berdewam bin li ser hewlên rizgarkirina Kurdên Êzidî yên ku di destê DIŞIê de mane.

Di wê gotarê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî begsa vê yekê kir ku Kurdên Êzidî ji ber ola xwe rastî genocide hatine û got, “Em îro li vir bi rêz û hurmet pêşwazî li termên 104 qurbaniyên Êzidî yên xelkê Koço de beşdar in ku yek ji samnaktirîn komekujiya dîroka mirovahiyê ye, bûne qurbaniyn destê DIŞI a hovtirîn rêxistina terorîstî ya serdemê.”

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye;Vegerandina rûfatên van xwîşk û birayên me yên ezîz bo warê wan, hildana rûpelekî din ê xemgîniya dîrokeke tal a tijî ji jan û azara xwîşk û birayên me yên Êzidî ye ku bo berevanî û bi navê parastina xwe, ayîn, çand û zimanê xwe, bi dehan caran fermanên li pey hev û komelkujiyên bi awayî bûne.”

Di gotara Nêçîrvan Barzanî de tê gotin, Êzidî mînaka civakeke jiyandost û aştîxwaz in û dixwazin “li gel hemû pêkhate û ciyawaziyan bi aramî û aştiyane bijîn û tê bibîrxistin, “bi dirêjiya dîrokê gelek qurbaniyên mezin dane, ser û malên xwe dane, ji bo ku bikarin parêzgeriyê li bawerî, xwenasî, Êzdayetî û ayîna xwe bikin. Ti caran ji bo cîran û derdora xwe nebûne girîft.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew komelkujiya terorîstên DIŞIê li beramber xwîşk û birayên me yên Êzidî encam dan, ne tenê hewleke kevneperest ya lêdana yek ji dêrîntirîn ayînên navçe û mirovahiyê bû, lê hewleke bêhûde bû  bo lêdana konsept û bihayên bilind ên gelê Kurdistanê li lêborîn, tebayî, pêkvejiyan, mirovdostî, jiyandostî ku morikên diyar û berçaw a civaka Êzidî ne.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de diyar kiriye ku her hewlekê bidin û li ser karkirina bo parêzgehkirina Şingalê berdewam bin. Em li gel Iraq û civaka navdelewtî kar dikin û hevkar û hemaheng dibin bo ku careke din karesat bi ser Êzidiyan û ti pêkhateyeke din de neyê. Em daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dikin, xwîşk û birayên me yên Êzidî qerebû bike, terorîst û tawanbarên komelkujiyê bigihîne cezayê yasayî.”

Nêçîrvan Barzanî di gpeyama xwe de behsa rêkeftina derbarê Şingalê de jî kiriye û nivîsandiye  û got, “Em daxwaz dikin dawîn rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê bê cîbicîkirin û hikûmeta federal pêngavên ciddî biavêje ku xizmeta aramî, asayiş û avedankirina navçeyê û vegera koçberan bike. Di vî warî de em daxwaz dikin Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî hevkar û alîkar bin.”

Di dawiya peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin ku heta niha ji 6 hezar û 417 xwîşk û birayên Êzidiyên revandî, 3 hezar û 543 hatine rizgarkirin û 2 hezar û 874 jî mane. We piştrast dikin ku em dê li ser hewlên bo rizgarkirin û aşkerekirina çarenivîsa hemû revandiyan berdewam dibin û ti car dest jê bernadin.”

N: E. G

 

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de ragihand, “bi rêz û pêzanîn rola cenabê Serok Mesûd Barzanî û wan pêşmergeyên qehreman bibîr tînin ku li jêr fermandariya cenabê wî de, Şingal û derdora wê azad kirin û bi sedan Pêşmer ji bo can bexşand û ber ketin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de spasiya UNITAD a bi serokatiya Kerîm Xan kir “bo hemû wan karên li ser dosyeya qurbaniyên Êzidî dikin, bi taybet jî di keysa rûfatên van qurbaniyan û nasîna wan.” Herwiha Nêçîrvan Barzanî destxweşî “lihevkarî û hemahengiya di navbera alien peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser vê keysê dikin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.