Amerîka û Siûdiye behsa çend mijaran dikin

Amerîka daxwaza azad kirina girtiyan jî kiriye.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên wan du welatan bi rêya telefûnê giftûgo kirine.

Li gor daxuyaniya koşka Spî wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi rêya telefûnê peywendî bi hevpîşeyê xwe yê Siûdî Feysel Bin Ferhan Alsiûd vekiriye.

Di peyvendiya han ya telefûnî de her du alî behsa çend mijarên girîng û steratejîk  yên hevbeş di navbera Amerîka û Siûdiyeyê de kirine.

Herwiha behsa rewşa giştî ya deverê bi taybetî rewşa Kendavê jî hatiye kirin.

Di beşeke din ya peyvendiya han ya telefûnî de Amerîka daxwaz ji Siûdiyeyê kiriye daku girtiyan jî berde.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.