Şanda Îraqî serdana Tirkiyeyê dike

dema serdanê hîn jî nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha ev serdan hatibû hilweşandin.

Di dawiya sala derbasbûyî de biryar bû şandeke hikûmeta federalî ya Îraqê bi Serokatiya wezîrê çavkaniyên avê, ya Îraqê, serdana Tirkiyeyê bike û derbarê kêşeyên avê yên di navbera her du aliyan de giftûgo bike lê ev serdana han hatibû hilweşandin.

Li ser vê mijarê Peyvdarê wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê Elî Razî Samir ragihand ku hikûmeta federalî girîngiyeke zêde bi danûstandinên xwe yên li gel welatên cîran dide.

Samir eşkere kiriye ku biryare bo giftûgo kirina derbarê kêşeyên avê yên di navbera Tirkiye û Îraqê de û herwiha îmze kirina rêkeftinekê li ser vê mijarê, şandeke Îraqî serdana Tirkiyeyê bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive.

Nav hatî derbarê dema serdana şanda han ti zaniyarî nedane.

Weke tê zanîn di dawiya sala derbasbûyî de biryar bû şandeke Îraqî biçe Tirkiyeyê, lê ev serdana han hatibû hilweşandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.