Hejmara pêketiyên Korona ji 105 mîlyonan borî

Amerîka, Hindistan û Brazîlya di rêze yekem dene.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 105 mîlyonan borî. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 105,223,208 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 26 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 10,8 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,3 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,293,262 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 458,037 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 228,795 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,822 kes bi wê mirine.

Ji denge amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.