Amerîka: Helwesta me ya li hember S-400 an nehatiye guhertin

dibêje ev sîstem ne li gor pêbendiyên Tirkiyeyê li hember NATO ye .
کوردستان TV
100%

Dibêje ev sîstem NATOyê lawaz dike.

Berdevkê wezareta berevanî ya Amerîkayê yaku biPentagon jî tê nasîn, ragihand ku sîstema S-400 ne li gor pabendbûna Tirkiyê ya bi NATOyê ye û tekez kir ku helwesta wan li hember vê mijarê neguheriye û bang li Tirkiyê jî kir ku dest ji sîstemê berde.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby, di kongreyeke rojnamevaniyê de behsa mijara sîstema parastina asmanî ya S-400 kir ku Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye û bûye sedema qirîzeke mezin di navbera her du welatan de.

Kirby dibêje, sîstema S-400 ne li gor pabendbûna Tirkiyê ya bi NATOyê ye û got, “Helwesta me ya li hember sîstema S-400 neguheriye.”

John Kirby behsa bernameya firokeyên F-35 jî kir û ragihand, ji ber ku sîstema S-400 ne li gor F-35an e, wan Tirkiye ji programê derxist.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.