5 hezar vaksîn dide Kurdistanê.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê ragihand ku Çîn biryar daye daku 5 hezar vaksînên dijî Koronayê weke hevkarî bêyî beramber pêşkêşî Kurdistanê bike.
Wezîrê tendirostî Dr, Saman Berzencî ji basnewsê re ragihandiye ku hikûmeta Çînê biryar daye daku 5 hezar vaksînên Sinopharm dijî Koronayê bide Kurdistanê.
Saman Berzencî diyar kiriye ku ev 5 hezar vaksîn têra 2 hezar û 500 kesan dikin û di demeke nêz de vaksîn digehêjin Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin