Xwepîşandanên li Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibin

Xwendekar dibêjin emê xwepîşandanên xwe bidomînin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê vê welatî xwepîşander bi terorîst bilêv kiribû.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan Parlementerekî berê yê AKPê weke Serokê zanîngeha Boxazçî diyar kiri, Xwendekar û akademîsyenên li Tirkiyeyê li dijî biryara han dest bi xwepîşandanên girseyî kirin.
Xwepîşandan li dijî biryara Serokkomarê Tirkiyeyê hîn jî li gelek bajarên Tirkiyeyê didomin, opozîsyona Tirkiyeyê jî piştîvaniya xwe bo xwepîşandan û Xwepîşanderan diyar kiriye, partiyên desthilatê AKP û MHP jî li dijî xwepîşandan û Xwepîşanderanin û wan bi terorîst bilêv dikin.
Li gor zaniyariyên berdest heta niha hijmareke gelek zêde ji Xwendekar û Xwepîşanderan jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.
Erdogan ferman bi polîsên Tirk kiriye ku rê nedin dîsa bûyereke din weke bûyera parka Gezî li Tirkiyeyê çê bibe, li hember de jî Xwepîşander li ser xwepîşandanên xwe biîsrarin.
Duhê Erdogan gotibû, Xwepîşander daxwaza dev ji kar berdana Serokê Zanîngehê dikin û eger cesaret bikin daxwaza dev ji kar berdana min jî dikin, pişt re, li tevahiya medyaya sosiyal haştaka Erdogan dev ji kar berde, hate parvekirin.
N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.