Îro 104 termên Êzidiyan tên veşartin

li gundê Koçoyê ku navenda komkujiyêye têne weşartin.
کوردستان TV
100%

Li gundê Koço tên veşartin.

Terorîstên DIŞIê dema êrîşî ser Şingal û Şingaliyan kirin, gelek komkujiyên hovane pêk anîn û bi dehan gorên bikomî jî bo binax kirina Êzidiyên ku bi destê xwe kuştibûn kolandibûn.

Piştî azad kirina Şingalê ji aliyê pêşmerge ve, dest bi hewldan bo dîtin û kolandina gorên bikomî hate kirin.

Beriya demekê yek ji wan gorên bikom ku hatibû dîtin, hatibû hildan û têde termên 104 Êzidî ku tevahiya wan şênihên gundê Koçone, hatibûn derxistin, piştî cerbandinên nûjdariyê yên bo diyar kirina DNAya wan qurbaniyan, îro şemî vê li gundê Koço bi merasimeke girseyî termê 104 qurbaniyên komkujiyên DIŞIê bi axê werin spartin.

N. E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.