Xizanî û hejarî li Îranê zêde bûye

dibêje jiyan gelek dijwar bûye.
کوردستان TV
100%

Li gor sala par sedî 5  zêde bûye.

Qirîza abûrî ya Îranê berdewame, giranî her diçe zêdetir dibe û xelkê Îranê jî rojbiroj xizan û hejartir dibe.

Psporê siyasî yê karûbarê Îranê Îbrahîm Lacanî ragihandiye ku rojbiroj giranî, bêkarî, hejarî û xizanî li Îranê zêdetir dibe.

Lacanî behsa vê yekê kiriye ku li gor sala derbasbûyî, niha li Îraqê xizanî û hejarî bi qasî sedî 5 zêde kiriye.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku rewşa abûrî ya Îranê gelek xirabe, jiyan li xelkê Îranê jî dijwar bûye.

Lacanî balkêşandiye ser vê yekê ku niha rayedarên Îranê bo ku li ser desthilatê bimînin hewl bo vê yekê didin daku li gel hikûmeta nû ya Amerîkayê dest bi diyalogê bikin bo ku dorpêçên ser Îranê hilweşîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.