Piştî 4 salan rayedarekî YE çû Rûsyeyê

berpirsê karûbarên derve çûye Rûsyeyê.
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Rûsyeyê dibêje behsa hin mijaran hatiye kirin.

Wezareta derve ya Rûsyeyê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku piştî 4 salan, rayedarekî mezin yê Yekîtiya Ewrûpayê serdana Rûsyeyê kiriye.

Li gor daxuyaniya han, îro pêncşem, berpirsê karûbarên siyaseta derve ya YEê Josep Borrell piştî 4 salan bo cara ewil serdan Rûsyeyê kir û li Moskov li gel rayedarên Rûsyeyê civiyaye.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera YE û Rûsyeyê û hin mijarên din yên ku cîhê nakokîne di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.